Felah Mistefa : Herêma Kurdistanê pêgîre bi sîyaset derveya Iraqê li gor destur
Serok wezîrên Iraqê Nurî Malikî ,li roja şemê li bajarê Necefê got: sîyaseta derveya Iraqê tenê birêya Bexdayê dibe û na be parêzgeh û herêm wî karî bikin.
Berpirsê peywendî yên derve Felah Mistefa xûyakir Hikumeta Herêmê pêgîre bi desturê Iraqê jiber ku em jî beşekîn ji hikumeta Fedral.
Herweha îşaret kir ku destura Iraqê amaje bi sîyaseta derve di de ku erka hikumeta îtîhadî ye,jiber ku em jî beşekîn ji Iraqê û pêgîrîn bi sîyaseta derve ya welat , me sîyasetekî taybet nîne ku cuda be ji sîyseta derveya Iraqê.
Herweha got: hikumeta herêma kurdistanê nunerên xwe li gelek welatan hene mina Emrîka û Berîtanya û Ferensa û Elmanya û Îtalya û Siwîsra û Îspanya û Swêd û Ustiralya û Nemsa û hejmara nunerên welatên bîyanî li kurdistnê niha gehaye 25 nuneratî ya û ji Misra Erebî û Tirkîya û Iran û Berîtanya û Emrîka û Felestîn û U rdinê pêkhatîne.
