• Thursday, 05 February 2026
logo

Polîsê Turkiyeyê 140 Endam û Alîgirên BDP Girt

Gulan Media February 13, 2012 Nûçe
Polîsê Turkiyeyê 140 Endam û Alîgirên BDP Girt
Polîsê Turkiyeyê dîsan dest bi helmeteka girtina endam û alîgirên Partîya Aştî û Demokrasîyê BDP kir û zêdetir ji 140 kesên din jî girt. Ew demek e ku polîsê Turkiyeyê bi tohmeta hebûna peywendî bi Partîya Karkirên Kurdistanê û herwisa rêkxistina nêzîkî evê partîyê ya bi navê Koma Civakê Kurdistan (KCK), endam û alîgirên partîya qanûnîya Kurdan li Bakûrê Kurdistanê digire û fişarê li ser wan dirist dike.


Li gor nûçeyên ajansên navxweyîyên Turkiyeyî, îro dîsan polîsê Turkiyeyê di bin navê doza KCK de êrişî ser cemawer û alîgir û endamên BDP li bakûrê Kurdistanê û çend bajarên din ên Turkiyeyê kiriye û heta niha zêdetir ji 140 kes girtine.

Li gor heman jêderî, ev helmeta polîsê Turk, li bajarên Istanbul, Ankara (Enqere), Izmîr, Amed, Dîlok Wan, Mûş, Mardîn,ÇoleMêrg, Adana Ruha û Elîh,´ê bûye û serokê bajêrvanîya Wanê û herwisa peyamnêrên ajansan, rojnamevan û çalakvanên siyasî û sivîl jî di nav girtîyan de ne.
Top