• Thursday, 05 February 2026
logo

Berpirsê peywendî yên derve pêşwazîya balyozê Îspanya li Iraqê kir

Gulan Media February 13, 2012 Nûçe
Berpirsê peywendî yên derve pêşwazîya balyozê Îspanya li Iraqê kir
Di hevdîtinekê de Felah Mistefa berpirsê peywendî yêm derve yên Hikumeta Herêma Kurdistanê û birêz Hozî Têrpin balyozê Îspanya li Iraqê basê xûrtkirina peywendî ya û asta nuneratî ya Îspanya li herêmê û rewşa Iraqê û herêma kurdistanê û derfetên kar û veberhênanê kir.

Herweha di wê dîdarê de ku Daban Şelede nunerê Hikumeta Herêma Kuerdistanê li Îspanya amadebu, Felah Mistefa ronî xiste ser kirîza sîyasî li Iraqê û got : bandorekî nerênî li pirosêsa sîyasî li welat heye , nemaze li ser birêvebirina desthelaatê û çareserkirina pirisgirêkên bê çareserî mayîn dinvbera Hewlêr û Bexdayê de.

Ji alî yê xwe ve berpirsê peywendî yên derve base sîyaseta herêmê û valakirina dergehên xwe li hember civakaa nêvdewletî kir û hîvî xwestin ku welatê Îspanya jî bikaribe di gelek warande peywendî yên xwe digel herêma kurdistanê xûrt bike û asta nuneratî ya xwe jî bilind bike.

Balyozê Îspanya li Iraqê şabuna xwe bivê serdanê dîyar kir û bihêz kirina peywednî ya digel herêma kurdistanê jî bi giringî dazanîn û got: weke gava pêşîn di demeke nêz de kunsilê Fexrî li herêma kurdistanê dîyar dikîn û nunerekê wezareta bazirganî digel di şînîn kurdistanê jiboy bi hevre kar bikin.

Herwesa balyozê Îspaanya li Iraqê pesna rol û karê nuneratî ya hikumeta herêmê li welatê xwe kir mîna kenaleka fermî ya peywendî ya ku rola xwe leyzî ye di xûrtkirina peywendî yên herdu alî ya.

Li dawî yê herdu alî ya tekez li ser bêtir xûrt kirina peywendî ya dinavbera herêma kurdistanê û welatê Îspanya de kie di tev waran de û serdanên berpirsan û şandan jibo herdu welata.
Top