• Thursday, 05 February 2026
logo

Wezareta Navxweya Herêmê Beyanameyekî li Hember Kirdarên Çekdarên PKK Belav dike

Gulan Media February 13, 2012 Nûçe
Wezareta Navxweya Herêmê Beyanameyekî li Hember Kirdarên Çekdarên PKK Belav dike
Wezareta Navxweya Herêma Kurdistanê di beyanameyekî de, kirdarê çekdarên partiya Karkerên Kurdistan (PKK) şermezar dike kû piştî heyveykî bê serûşûnbûna sê hemwelatiyên xelkên Herêmê, yekî ji wan dikujin.

Beyanameya Wezaretê kû wêneykî wê gihiştiye destê ajansa Peyamner, têde hatiy kû ew sê kes hemwelatiyên Herêma Kurdistanê, li dawiya sala bûrî de ji aliyê çekdarên PKK ve li devera Zaxo tên giritn, lê piştî heyvekî bi wer bêserûşûnbûna wan re, termê yekî ji wan kujtî tê dîtin û her dûyên din jî tên berdan.

Wezareta Navxweyî vê kirdarê şermezar dike û radihîne kû bo vê bûyerê komîteyeke lêkolînê hatiye pêkanîn û li hemberî wan kesên encamderên vê kirdara dê rêyên yasayî bigirin dest.

Di beşeke din ya vê beyanameyê de, weha hatiye: “ Em rê nadin hîç kes û aliyan kû xwe bikê şûna dadgehê û biryara girtin û kujtina hemwelatiyan cêbecêbike”.

Li jêr jî Beyaname weha hatiye:

Di roja 29/12/2011 de sê hemwelatî yên bi navê Mûsa Yûnis Abdûla Xelkê Zaxo, Mihmede Şehwan Ne`met Mihemed û Samî Mihmed Tahir nişteciyên Batûfa ji aliyê çekdarên PKK ve li devera Zaxo hatine girtin û heta 27/1/2012 bê serûşn bûn û di roja 29/1/2012 termê hemwelati yê bi navê Musa Yunis Abdûla xelkê Zaxo kûjtî hate dîtin, her dû hemwelatiyên din jî di 27/1/2012 hatin berdan.

Em di wezareta navxweya hukûmeta Herêma Kurdistanê van cure kirdarên weha ji aliyê çekdarên PKK ve hatîn encamdan şermezar dikin kû wan li dijî hemwelatiyên sivîl yên deverê kû ev kirdarekî ne yasayîye û dûre ji perensîb û nirxên mafên mirovan.

Di heman demê de, komîteyeke taybet bo lêkolînê ser vê bûyerê hatiye amadekirin, da kû dûvdeçûnê li ser bike û derheqê wan kesên kû bi vî karî rabûne rêwuşiwênên yasay yên pêwîst bên wergiritn, wekî din rê nadin kû hîç kese û aliyek xwe bike di cihê dadgehê de û birayara girtin û kujtina hemwelatiyan cêbecê bike, Herêma Kurdistanê herêmekî arame û li gorî sîstema yasayî û dadweriyê bi rêve diçe, biryara dawî jî tenê ya dadgehê û serweriya yasayê ye.

Wezareta Navxwe
12/2/2012
Top