Ji ber Hatina wê bo Kurdistanê Şehristanî Gefê li Kompanyaya Total Dike
Husên Şehristanî birîkarê serok wezîrê Iraqê yê bo karûbarên wuze(enerîj)yê, gef li kommpanyaya Total a Fransayî kir, ku bi bê razîbûna Bexdadê girêbesta petrolê bi herêma Kurdistanê re îzma neke.
Husên Şehristanî li ser siyaseta xwe ya neserkevtî ya bo dijatîkirina siyaseta petrolê ya herêma Kurdistanê berdewam e û evê carê gef li kompanyaya TOTAL kir, ku nabe bi bê agahdarî û razîbûna hukûmeta Bexdadê, girêbestan di bareya projeyên neftî de bi hukûmeta herêma Kurdistanê re îmza bike.
Ev helwêsta Şehristanî piştî ewê çendê hat, ku roja înê ya bihorî kompanyaya Fransayî ya beware petrolê TOTAL bi fermî ragihand, ku mijûlî lêkolînê ye da ku weberhênanê di çend projeyên petrolê yên herêma Kurdistanê de bike.
Şehristanî li bajarê Besre di bêjedanekê de di evê bareyê de gotibû: ´´ helwêsta hukûmeta Iraqê bo hemû kompanyayên petrolê yeksan e û hîç kompanyayek maf nne ku bi bê razîbûna hukûmeta navendî, girêbestan îmza bike.´´
Birîkarê serok wezîrê Iraqê yê bo karûbarên wuzeyê herwisa gef li hemû ewan kompanyayê petrolê kir, ku dixwazin li Kurdistanê weberhênanê bikin û ragihand, ku her kompanyayek bi bê muhleta hukûmeta navendî li Iraqê kar bike, dê baca kar û kirdarên xwe bibe.
