• Thursday, 05 February 2026
logo

Perlemena Kurdistanê ji bo hilbijartina serokê nû wê bicive

Gulan Media February 13, 2012 Nûçe
Perlemena Kurdistanê ji bo hilbijartina serokê nû wê bicive
Şêwermendê serokê perlemana Herêma Kurdistanê Tariq Cewher ragehand ku perlemena Kurdistanê wê du rûniştinên ne asayî roja çarşem û pêncşemê li darbixe.

Her weha Cewher ji PUKmedia`yê re got:"Rûniştina çarşemê wê destjikarvekêşana serokê perlemanê û cîgirê wî gotûbêj bike, her weha serokekî nû ya perlemanê wê bê hilbijartin dema ku destjikarvekêşana serokê perlemanê yê berê, bê erê kirin, ji ber vê roja pêncşemê jî wê serokê nû yê perlemana Herêma Kurdistanê bê destnîşan kirin."
Top