• Thursday, 05 February 2026
logo

Qamîşlo: Karnameya lihevtêghîştinê ya ENKS û CGRK

Gulan Media February 12, 2012 Nûçe
Qamîşlo: Karnameya lihevtêghîştinê ya ENKS û CGRK
Li gor ragihandinên Rojavayê Kurdistanê ku rêkeftnek di navbera Encûmana Netewî ya Kurdî û Civata Gel yê Rojavayê Kurdistanê de pêk hatiye.

Her weha ew rêkeftinnameya li ser pejirandina karnameyeke birêvebirina kar û xebat û serperaştîkirina komîteyên karê hevbeş di navbera herdu aliyan de, di roja 19/01/2012`an li bajarê Qamîşloyê hatibû morkirin.

Di naveroka wê karnameyê de, ji bo aştî û parastina jîngeheke demokrasî û hêminiya navçeyên Kurdî, wê karê hevbeş bûte kirin taku bawerî û mitmaneyê di navbera aliyên siyasî û çîn û rêzên gel de bête vejandin.

Ji bo pêkanîna wê karnameyê di warê kirdariyê de, wê komîteyeke bilind bête sazkirin û piştre ji bo her navçe an jî herêmên li Rojavayê Kurdistanê, koîteyên girêdayî komîteya bilind bêne sazkirin taku erkên pêwîst di nava rêzên gel de, yekbixin û hemû alozî û kêşeyan bi hevre û bi awayekî hevbeş bişopînin û çareser bikin, ew jî di bi rêya civîn û hevdîtinên herdu aliyan yên mehane be.

PUKmedia
Top