Şandeke perwerdeya herêmê li DYAyê ye
Rojnamevan Merîwan Neqişbendî ku yek ji endamên wê şandê ye ji AKnewsê re daxuyand ku berî çend saatan şanda perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê gihişte balafirgeha New Yorkê û ji hêla berpirsên perwerdeyê û rêxistinên civaka sivîl ve hate pêşwazîkirin.
Neqişbendî aşkere kir ku ew şand ji 15 kesan pêk tê û niha li bajarê New Yorkê ye, sibê jî dê beşdariya konferanseke perwerdeyê bike.
Neqişbendî bal kişand ku şand ji hêla saziyên perwerdeyê û rêxistinên civaka sivîl ên DYAyê ve hatiye vexwendin û dê 10 rojan li wir bimînin.
Derbarê konferansê jî, Neqişbendî got, “Konferans ji bo bihêzkirina têkiliyên navbera DYA û Herêma Kurdistanê ye di warên perwerde û xwendinê de, bi taybet xwendina taybet û programên xwendinê, gelek pisporên amerîkî dê di heyama 2 rojên konferansê de çend mijarên li ser sîstemê amerîkî yê perwerde û xwendinê pêşkêş bikin.”
AKnews
