Zêbarî di civîna wezîrên derve yên ereban de amade dibe
Nûnerê Iraqê li cem Komkara Erebî Qeys el-Ezawî tekez kir ku wezîrê derve yê Iraqê dê di civîna sibe ya wezîrên derve yên ereban de beşdar bibe û ji AKnewsê re got:
“Iraq gelekî giringiyê dide dosyaya Sûriyê, bi taybet dema rûniştina erebî li Bexdayê nêzîk dibe û pêdiviya çareseriya pirsa sûrî bi yekhelwestiya ereban heye, her wiha ji berî heyamekê ve jî ew pirs gelekî aloztir bûye”
Ji destpêka aloziya Sûriyê ve helwesta Îraqê hatiye guhartin, pêştir her biryareke erebî li dijî rejîma Sûriyê red dikir, lê vê dawiyê ew helwest hat guhartin û Qeys el-Ezawî amajeyê dike ku welatên ereb çi biryarê bidin Iraq jî dê pêre be.
AKnews
