Serokê Herêma Kurdistanê peyameke serxweşiyê pêşkêşî Xefur Mexmûrî kir
Birayê birêz Kak Xefur Mexmûrî
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Neteweyiya Demokrata Kurdistanê
Silavên xwedê li we bin
Bi mixabinî me nûçeya koça dawiya Qasimê birayê we bihîst. Bi vê xemgîniyê pirse û serxweşiyê li we û malbata we dikim û hevbeşê xema we me.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê jî bi hemû aliyekî bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
11/02/2012
