Li Himsê 2 leşkerên Kurd ji Kobanê jiyana xwe ji dest dan
Roja 9-2-2012`an, termên her du leşkerên Kurd Xalit `Ebdo Bêskî û Xebat Filemez Şahîn ku li bajarê Humsê li Sûriyê hatibûn kuştin, bi beşdarbûna bi hezaran ji xelkê herêma Kobanî û bi xwepêşdaneke alayên Kurdî hatibûn pêşwazkirin, li nava bajêr spartin axê.
Li ser awayê kuştina wan her du leşkeran, hêzên rêjîma Sûriyê ji xwediyên her du leşkeran re gotibûn ku ew bi guleyên çeteyên çekdar û nenas hatine kuştin.
Li aliyekî din jî, jêderekê taybet ji Xendanê re got: “Guman heye ku wan leşkeran fermanên berdana guleyan li dijî xwepêşaderên sivîl nepejirandibin, ji ber wê jî ew bi destê hêzên rêjîmê hatibin kuştin.
Ji ber gumana mewzin ya gel ku deselatê bi xwe ew kuştine, Kobanî bi xwepêşdaneke mezin û sloganên şermezarkirinê li dijî rêjîma Be`isê termên wan her du ciwanan pêşwazî kirin û ew bi alayên Kurdistanê xemilandin.
Xendan
