• Thursday, 05 February 2026
logo

“Em rê nadine xwepêşandanên bê muhlet”

Gulan Media February 11, 2012 Nûçe
“Em rê nadine xwepêşandanên bê muhlet”
Wekîlê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand ku bê wergitina muhletê, ew rê nadine ti kes û aliyekî ku xwepêşandanan li herêmê encam bidin.

Îro, daxuyaniyek bi navê “civata demkî ya şoreşa Kurdistanê”, li hinek ji medyayên Herêma Kurdistanê ve belav bûye û tê de bal kişandiye ku wê amadekarî kirine ji bo rêkxistina xwepêşandanan li herêmê di 17ê mehê (salvegera destpêkirina xwepêşandanên sala borî li Silêmaniyê) û rojên pey re de.

Celal Kerîm di vê derbarê de ji AKnewsê re ragihand, “Em bi mercekî rê didine encamdana xwepêşandanan di her wextekî de, divê bi awayekî fermî daxwazek pêşkêşî me bê kirin û tê de mebest û cihê xwepêşandanê bê diyarkirin, her wiha ew kes û aliyên daxwaza xwepêşandanê dikin diyar û naskirî bin û berpirsyariyê bigirie stûyê xwe.”

Kerîm got jî, “Em jibilî vê rêyê, bi ti awayekî rê nadin xwepêşandan li ti cihekî li Herêma Kurdistanê bêne encamdan.”

Derbarê wê daxuyaniyê jî, Kerîm wiha got, “Dibe ku her kes û aliyek bi awayekî cuda daxuyaniyê şirove bike û li kartêkirinên wê binêre, em ne di wê baweriyê de ne ku derxistina daxuyaniyên wiha kartêkirineke wê ya wiha heye.”

AKnews
Top