65 kes di îna “Rûsiya zarokên me dikuje” de hatine kuştin
Desteka Giştî ya Şoreşa Sûriya ragihand ku di xwepêşandanên duhî yên Sûriya de ku di bin navê îna “Rûsriya zarokên me dikuje” de bûn, 65 kes hatine kuştin.
Destekê amaje kir ku duhî, li seranserê Sûriya xwepêşandanên dijî rejîma Beşar Esed û ji bo piştgirîkirina bajarê Himsê ku heyama heftiyekê ye rastî êrişeke tund a hêzên artêş û ewlekariyê tê, derketin.
Destekê aşkere kir ku di wan xwepêşandanan de 65 kes bi guleyên hêzên ewlekariyê hatine kuştin û piraniya wan li bajarê Himsê bûn.
Li gorî kenala al-Arabiya, duhî êvarî jî, car din taxên Xalidiye û Beyade li Himsê hatine topbarnkirin, her wiha hêzên artêşê jî avêtine ser navçeya Medaya ku di bin destê “artêşa Sûriya ya azad” de bû û navçe ji destê wan derxist.
Çavkaniyê amaje kir ku berî hêzên artêşê derbasî Medaya bibin, bi çekên giran wek tank, hawin û rûkêtan, êriş birne ser navçeyê.
AKnews
