• Thursday, 05 February 2026
logo

‘Pêwîste Hikûmeta Herêmê tedbîrên li beramberî PKK’ê dijwartir bike’

Gulan Media February 9, 2012 Nûçe
‘Pêwîste Hikûmeta Herêmê tedbîrên li beramberî PKK’ê dijwartir bike’
Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê ragihand ku teqandina boriyên petrolê ya navbera İraq û Tirkiyê ne di nava xaka Herêma Kurdistanê de çêbûye û PKK axa Herêma Kurdistanê ji bo wê armancê bikaranîne.

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ji Rûdawê re got: “Boriya petrolê ya ku heftiya borî navbera İraq û Tirkiyê de ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve hatî teqandin, ne di nava xaka Herêma Kurdistanê de bû û di nava xaka Tirkiyê de ye.”

Yawer di berdewama daxuyaniya xwe de got: “Di wan êrişan de PKK bi ti awayî axa Herêma Kurdistanê bikarnayne, belkî bûyer di nava xaka Tirkiyê de çêbûye.”

Endamê Parlamentoya İraqê yê kutleya el-Muwatin yê Fraksyona Hevpeymaniya Nîştîma Kerîm E’lîwî daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistnaê kir ku “Li dijî çekdarên PKK’ê tedbîrên dijwar û pêwîstir bigrin ku boriyên petrolê yên navbera İraq û Tirkiyê dikin armanca xwe.” E’lîwî ragihand ku teqandina boriya petrolê ya vê dawiyê, zererekî mezin gihandiye şandina petrola İraq û darayiya İraqê; “Lewra pêwîste Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo van êrişane sînorekî ciddî dane.”

Roja 03.02.2012’an li parêzgeha Mêrdîn, sêgoşeya gundên Alfan û Barman boriyên petrolê yên Botaşê yên navbera İraq û Tirkiyê de ji aliyê gêrîllayên PKK’ê ve hatibûn teqandin û PKK’ê jî bûyer girtibû ser xwe.

Sekreterê Wezareta Pêşmergeyan jî bal kişand ser wê yekê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti peymanek ligel ti welatekî nîne; “Ji ber vê nikare di ti proseyekî leşkerî û ewlehî ya ligel welatên cîhanê û cîran de beşdar bibe. Ji ber destûrê ew maf daye hikûmeta federalî, nedaye Herêma Kurdistanê.”

Şandina petrola Kerkûkê ya ji bo lîmana Cîhan a Tirkiyê, bi berdewamî ji aliyê grûbên çekdarî yên İraqê ve rastî teqînan tê. Car caran gêrîllayên PKK’ê ji bo zererê bigihînin aboriya Tirkiyê, boriyên petrolê yên navbera İraq û Tirkiyê yên di nava xaka Tirkiyê de diteqînin.

Rudaw
Top