• Thursday, 05 February 2026
logo

Jinan avahiya AKP’a Rihayê dagir kir

Gulan Media February 9, 2012 Nûçe
Jinan avahiya AKP’a Rihayê dagir kir
Jinên ku ji ber sedema şermezarkirin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, avahiya AKP’a Riha û Wêranşarê dagir kirin. 7 jinên ku avahiya AKP’a Rihayê dagir kirîn bizorê derxistin ji derve.

Jinên ku ji ber sedema tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û operasyonê leşkerî û siyasî avahiyên AKP’ê dagir kirin. 7 jinên ku avahiya AKP’a Rihayê dagirkirîn, ji aliyê rêveberên AKP’ê ve bi zorê derxistin ji derve. Polîsên ku avahî dorpêç kirîn, li ber avahiyê rageşî didome.

Her wiha avahiya AKP’ê ya Wêranşarê jî ku ji aliyê jinan ve hatî dagirkirin, polîsan dorpêç kiriye. BDP’yî jî hatin avahiya AKP’ê û jinên ku avahiya AKP’ê dagirkirîn, xwestin bi Serokê AKP’ê navçeyê re hevdîtinê pêkbînin. Çalakiya jinan ya li vê derê hêjan didome.

ANF
Top