Li dijî 10 hedefên leşkerî êriş
Hate ragihandin ku gerîlayan demjimê di 02.00 de avêtin ser 10 hedefên cûda yên leşkerî yên artêşa Tirk ên li Çelê. Hate zanîn ku gerîlayan bi ser cendermeya navçeyê, midûriyeta emniyetê, lojmanên emniyetê, û gelek girên di destê leşkeran de girtin. Hate diyarkirin ku gerîlayan di êrişê de çekên giran û lûledirêj bi kar anîne. Hate diyarkirin ku pevçûn hîna jî berdewam dike û cebilxaneyek a leşkerî jî hatiye teqanin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, gerîlayan bi ser Fermandariya Alaya Çelê de girtin û li gorî nûçeya TRT’ê jî di encama şer de leşkerek berbaz mir û 7 leşkerên din jî birîndar bûn.
ANF
