Êrişa ser Himsê didome: 52 kesên din hatine kuştin
Bajarê Himsê ku xwepêşanderên Sûriyê navê wê kirine “paytexta şoreşa Sûriyê”, heyama çend rojane rastî êrişeke tund a hêzên ewlekariyê tê û di heyama çend rojên borî de nêzîkî 400 kesî tê de hatine kuştin.
Li gorî nûçeya kenala al-Arabiya, ji şeveqa îro ve, taxên Xalidiye, Beyade û Baba Emro li Himsê di bin topbarana hêzên ewlekariyê de ne û di encamê de 52 kes hatine kuştin.
Çalakvanekî sûrî ji heman kenalê re ragihand ku topbaran ji îro şeveqê ve dest pê kiriye û tankên artêşa Sûriyê jî li nav bajar belav bûne.
Desteka Giştî ya Şoreşa Sûriyê jî aşkere kir ku xetên telefon û enternêtê li ser bajarê Himsê û hemû navçeyên derdora wê hatine qutkirin.
AKnews
