• Thursday, 05 February 2026
logo

Hêmin Hewramî Bi Cîgirê Serokê AKPê Re Civiya

Gulan Media February 8, 2012 Nûçe
Hêmin Hewramî Bi Cîgirê Serokê AKPê Re Civiya
Duh Li Enqereyê Berpirsê peyvendiyên Derve yên partiya demokrata Kurdistanê Hêmin Hewramî bi Cîgirê Serokê AKPê Umer Çelîk re civiya.

Di hevdîtineke de jibilî nirxandina peyvendiyên heyî yên di navbera her dû aliyan de û bihêztir kirina peyvendiyên han hevdem rewşa Îraq û Deverê jî hate nirxandin.

Piştî bi dawî hatina civîna han jî Hêmin Hewramî û Omer Çelîk di presskonferanseke hevbeş de naveroka civîna han ji raya giştî re eşkere kirin û her dû alî ev civîna han bi civîneke erênî û serkeftî wesif kirin.

Her di presskonferansa han de Hewramî diyar kir ku, nêrînên partiya demokrata Kurdistanê û AKPê yên di derbarê rewşa Îraq, Sûriye û Deverê de nêzî hevin.

Hêmin Hewramî ev yek jî dûbare kir ku, vê her dû alî hewl bidin daku, peyvendiyên heyî yên di navbera her dû aliyan de di her warî de werin bihêztir kirin.

Pişt re jî Omer Çelîk jî diyar kir ku, Tirkiye girîngiyeke taybet dide rola Serok Barzanî ya ku, bo zal kirina aştiyê girtiye stuya xwe û diyar kir ku, çê ji bo rewşa Îraq û çî jî bo rewşa Deverê û Sûriyeyê em girîngiyeke taybet didin nêrînên Serok Barzanî û em piştgîriya helwestên Serok Barzanî û stratijiya partiya demokrata Kurdistanê dikin.
Top