Nêçîrvan Barzanî Pêşwaziya Aliyên Siyasî Yên Mesîhî Kir
Di destpêka vê hevdîtina han de her dû alî kêfxweşiya xwe a li hember vê hevdîtina han diyar kirin û behsa rewşa niha ya Îraq û Kurdistanê kirin.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de rewşa Kurdistanê jî hate giftûgokirin û her dû alî tekez li ser parastina çanda çendîn hezar sala ya bihevre jiyanê ya li Kurdistanê de kirin.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de meseleya kabîneya 7an a Hikûmeta Kurdistanê jî hate nîqaşkirin û çendîn mesele û babetên girêdayî bi damezrandina kabîneya nû jî hatin nirxandin û part û aliyên siyasî yên Mesîhiyên Kurdistanê jî piştgîriya xwe di her warî de ji bo kabîneya nû diyar kirin.
