Dr.Berhem Salih û bi yaweriya parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî seredana navçeya Balekayetiyê kirin.
Şanda hikûmetê, destpêkê çûn mizgefta mezin ya Çomanê û beşdariya pirsa Rêbaz Rehîm kirin û hevxemî û dilsoziya xwe bo akinciyên devera Balekayetiyê dupat kirin, piştre li dîwana qayêmqamê Çomanê, Serokê Hikûmetê li gel berpirsên îdarî û xelkê Balekayetiyê civiya.
Qayêmqamê navçeyê Ebdilwahêd Guwanî, da xuyakirin ku, îro piştî nîvro Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi yaweriya parêzgarê Hewlêrê seredana Balekayetiyê kirin.
Guwanî aşkira kir ku, akinciyên Balekayetiyê spasiya Serokê Hikûmetê li hember hevxemiya wî û peruşiya ku ji bo navçeyê hebû kir.
