• Thursday, 05 February 2026
logo

BDP sibê konferansa Ocalan saz dike

Gulan Media February 4, 2012 Nûçe
BDP sibê konferansa Ocalan saz dike
Partiya aştî û demokrasiyê (BDP), dê sibê li bajarê Stenbolê, konferansekî li bara çareseriya pirsa kurd li dar bixe.

Di konferansa sibê ya BDPê de, ku dê saet 10:00 li otêla Elit World a Stenbolê bê sazkirin, axaftina destpêkê dê ji aliyê hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş ve bê kirin.

Di konferasnê de ku bi navê “konferansa pirsa kurd, çareseriya wê û rola Ocalan” tê lidarxistin, gelek mêvan ji derve û hundirê Tirkiyê beşdar dibin.

Civîn dê bi şêwazê 3 rûniştian bê lidarxistin.

AKnews
Top