Hûseyîn Yilmaz: Mafê Kurdan jî heye netewe-dewletê ava bikin
Yılmaz, destnîşan kir ku xweserî, federasyon û serxwebûn di îslamiyetê de mafên neteweyan e û divê tirk êdî dev ji feraseta “goşt” û “neynûkê” berdin. Yılmaz, da zanîn ku tirkparêz tirkan xwe weke goşt û kurdan jî weke neynûk dibînin û bal kişand ku tu fonksyîn û peywira neynûkê tune ye.
Mustazaf-Der ku navenda wê li Amedê ye û li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê rêxistinkirî ye, bi nêzikbûna xwe ya bi Hîzbûllahê re tê zanîn û gelek xebatkarên wê demekê ji doza Hîzbûllahê hatine girtin, ceza xwarine û hatine darizandin. Heftiya borî cara ewil Hîzbûllahê manîfestoya xwe ji raya gel re eşkere kir.
Di manîfestoyê de hate gotin ku kurd xweserî, federasyon an jî serxwebûnê bixwazin, ew ê jî piştgirî bidin daxwaza gel. Di manîfestoyê de hate diyarkirin ku ew dikarin bi hin rêxistinan di şûna pevçûnan de, di xalên hevpar de hevkarî bikin. Ev yek weke hevkariya bi PKK’ê re hate fêmkirin.
