• Thursday, 05 February 2026
logo

Hikûmeta Îraqê Mal Û Milkên Kurdên Feyilî Vedigerîne

Gulan Media January 28, 2012 Nûçe
Hikûmeta Îraqê Mal Û Milkên Kurdên Feyilî Vedigerîne
Duh Cîgirê Serokwezîrê Îraqê Dr. Roj Nûrî Şaweyis di daxuyaniyekî de diyar kir ku, Hikûmeta Îraqê biryar daye daku, tevahiya mafên Kurdên Feyilî yên ku, di dema Rejîma Besê de hatine binpê kirin ji wan re vegerîne.

Dr. Roj eşkere kir ku, di çarçoweya vê biryara han de tevahiya milk û malên Kurdên Feyilî yên ku, hetine dagîrkirin ji wan re tên vedigerandin.

Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de daxwaz ji tevahiya Wezaretên Hikûmeta Îraqê jî kir daku, di vê warî de hevkarî û kar asaniyên hevce pêşkêşî Kurdên Feyilî bikin.
Top