Li Sûriyeyê di rojekê de 102 kes hatin kuştin
Li gor Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriyeyê, hêzên rejîma Sûriyê duhî li sertaserî Sûriyeyê, 102 kes kuştine ji wan 38 li derdora Şamê ne û 21 li bajarê Hemayê û 15 li Deraa ne.
Li Helebê jî cara yekem, xwepêşandan gur dibin ku di encamê de hêzên ewlehiyê û alîgirên el-Esed (şebîhe) li taxa Mercê 12 kes kuştin.
Ji aliyekî din Yekgirtina Hemahengiyên Şoreşa Sûriyeyê navê kesên duhî di encama bombebaranê de belav kirin û diyar kir ku ji wan 6 jin û 4 zarok in.
Hevdem îro Encûmena Ewlehiya Navdewletî li New Yorkê bi amadebûna sekreterê Komkara Ereb û Serokwezîrê Qeterê aloziya Sûriyê gotûbêj dikin, li hemberê Rûsiya helwesta xew diyar kir û hêlên dor nîşan kirin ji çi projeyeke pêkan re.
Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka xwepêşandanên dijî rejîma Esed de, di 15ê adara 2011ê ta niha bêtirî 6 hezar û 500 kes li ser destên hêzên Sûriyê û alîgirên Beşar el-Esed hatine kuştin û bi deh hezaran girtî û aware bûne.
Aknews
