‘Tatlises ti carî dijberiya BDP'ê nekiriye’
1'emîn rûniştina doza êrişa li dijî hunermend Îbrahîm Tatlises a di 14'ê adara 2011'an de pêk hat, hate dîtin. Rûniştina dozê ku 9 jê girtî 12 kes tên darizandin, li 17'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate ditin. Di rûniştinê de bersûc Abdullah Uçmak, Ersin Altun, Yunus Ayik, Murat Alagoz, Nazife Erdemîr, Nîhat Şîmşek, endamên Meclîsa BDP'ê Ruşen Mahmutoglu, Abdulvahap Îş û Bulent Altun ên girtî û Emîn Birdal, Cengîz Guney, Coşkun Yildizên serbest tên darizandin û parêzerên Tatlises amade bûn. Di rûniştinê de parastina bersûcan hate guhdarkirin.
Di rûniştinê de Siyasetmedar Mahmutoglu, parastin kir û diyar kir ku li dijî wî komplo hatiye çêkirin. Mahmutoglu, anî ziman ku hemû axaftinên wî yên bi hevalên wî yên BDP'î re wekî "axaftinên rêxistinî" hatine nirxandin û wiha got: "Dozgerê derbarê min de îdîaname amade kiriye li gorî xeyalên xwe îdîaneme amade kiriye. Ligel ku tu delîlên ez di nava cihê bûyerê de digirim tunene jî, ji ber ku ez endamê meclîsa BDP'ê me li dijî min komplo hatiye çêkirin. Ez bi tu awayî Uçmak nas nakim. Wî kesî çawa maîl ji min re şandiye jî nizanim. Bi tevahî li min kompo hatiye çêkirin. Êrîşa li dijî Tatlises dixwazin têxin stoyê PKK'ê. Lê tu eleqeya PKK'ê pê tune. Tatlises tu carî nêzî BDP'ê nebû. Lê tu carî nebû dijberi wê jî.
Dozger bersûcan, dadgeh jî girtiyan diafirînin
Prz. Ercan Kanar jî anî ziman ku di demên dawî de dozgeran dest bi hilberîna bersûcan û dadger jî dest bi hilberîna girtiyan kirine. Kanar anî ziman ku dozger û dadger wekî fabrîqeyên bersûc û girtiyan dixebitin û dest bi hilberînê kirine û wiha got: "Naveroka îdîanameyê pûç û vala ye. Li gel muwekilê min Mahmutoglu baş tê zanîn ku endamê Meclîsa BDP'e ye jî dîsa dozger li dijî hiqûqê îdîaname amade kiriye.
Rûniştin wê îro jî berdewam bike.
Rudaw
