Ocalan nexwest derkeve hevdîtinê
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Sadullah Ergin, duh êvarê beşdarî bernameyeke televîzyona CNN Turkê bû û pirsên rojnamevanan bersivandin: Ergin got: “Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi xwe nexwestiye derkeve hevdîtina birayê xwe Mehmet Ocalan.”
Ergin bilêv kir ku ji 28ê tîrmeha 2011’an ve hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re pêk nayê û got: “Li pêş me pêşnûmeya qanûna tecrîdê heye. Ger ev qanûn ji hêla Parlamentoyê ve (TBMM) bê qebûlkirin, dibe ku destûra çûyîna İmralî bê dayîn.
Rudaw
