• Thursday, 05 February 2026
logo

523 xwepêşandan duhî li Sûriyê derketin

Gulan Media January 21, 2012 Nûçe
523 xwepêşandan duhî li Sûriyê derketin
Desteka Giştî ya Şoreşa Sûriyê ragihand ku duhî 523 xwepêşandan li seranserê Sûriyê dijî rejîma Beşar Esed derketin û tê de 19 kes hatine kuştin.

Li gorî rûpela “Şam” ku yek ji endamên destekê ye, ofîsa ragihandina Desteka Giştî ya Şoreşa Sûriyê aşkere kir ku duhî di çarçoveya xwepêşandanên di bin navê “Îna Girtiyên Şoreşê” de, 523 xwepêşandan li Sûriyê derketin.

Destekê ronî kir ku piraniya xwepêşandanan li parêzgeha Idlibê (131) û pey re li parêzgeha Hemayê (77) bûn.

Xwepêşandanên duhî bi vî awayî bû, parêzgeha Dîmeşqê 26, derdora Dîmeşqê 48, Dera 60, Laziqiye 18, Heleb 45, Hims 63, Hesekê 16 , Dêrezor 24, Tertûs 4, Swêdaa 2, Qunêtira 8 û Reqe 1.

Li gorî nûçeya malpera al-Arabiya, Desteka Giştî ya Şoreşa Sûriyê ragihand ku di xwepêşandanên duhî de, 19 kes bi guleyên hêzên ewlekariyê hatine kuştin.

AKnews
Top