• Thursday, 05 February 2026
logo

Demîrtaş: Emê azadiya Kurdistanê her biparêzin

Gulan Media January 17, 2012 Nûçe
Demîrtaş: Emê azadiya Kurdistanê her biparêzin
Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş, diyar kir, dê li hember faşîzma AKPê li ber xwe bidin û wiha got, “Emê parastina azadiya Kurdistanê ku beşek ji xaka Tirkiyê ye, bidomînin.”

Demîrtaş, di civîna parlamenterên BDPê de axivî û li bara operasyonên KCK û girtina endam û rêveberên partiya xwe de got, fermana girtinê ji aliyê hikûmetê ve tê dayîn ne daraz û dozger.

Selahedîn Demîrtaş, diyar kir, di lêpirsîna serokê berê yê DEHAPê Tuncer Bakirhan û cîgira serokê BDPê Fatma Kurtulan de, tenê ji wan pirsîne “we çima notên hevdîtina Ocalan xwendiye” û wiha axivî, “Notên hevdîtinê ji aliyê polîs, sîxur, walî, wezîrê dadê, serokwezîr ve tê xwendin, lê dema em dixwînin dibe sûc.”

Hevserokê BDPê, bal kişand ser gotinên serokwezîr Erdogan ên li bara komkujiya Qilabanê û wiha got, “Serokwezîr dibêje di destê me de 4 saet dîmen heye. 432 saet borî hê jî ev dîmen nedîtine yan lê nihêrîne lê nikarên tiştekî bêjin.”

Selahedîn Demîrtaş, wêneyên Ceylan Onkol, Îbrahîm Halil Oruç û Aydin Erdem yên ji aliyê eskeran ve hatine kuştin, nîşan da û wiha pêde çû, “Kanê kujerên sedan ciwan? Li vî welatî, bo me dadperwerî tune, êşkence heye, komkujî, bombe û zîndan heye. Heke bo kurdan dadperwerî nebe emê li ber xwe bidin, ji ber ku faşîzm bi curek din bin nakeve. Emê parastina azadiya Kurdistanê ku beşek ji xaka Tirkiyê ye, bidomînin.”

AKnews
Top