2 teqînan bajarê Kerkûkê hejand
Çavkaniyên ji polîsê Kerkûkê di vê derbarê de ragihandin ku teqîna yekê di encama teqîna bombeke vedayî de li nêzîk mala Birêveberê binkeya polîsê Qerehencî Danyal pêk hat û çend zêrevanên wî birîndar bûn.
Çavkaniyan amaje kirin ku teqîna duyê di encama teqîna otomobîleke bomberêj de bû ku li pişt avahiya Melbenda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li nêzîk nexweşxaneya Komarî ya Kerkûkê teqiya.
Di encama wê teqînê de, 6 kes birîndar bûn.
AKnews
