Veberhênana herî zêde di 2011an de li Hewlêrê bû
Li gorî amareke destekê, di sala borî de li her sê parêzgehên Herêma Kurdistanê bi buhayê 2 milyar û 181 milyon û 768 hezar dolar veberhênan li herêmê hatiye kirin û piraniya wê li Hewlêrê bû.
Amarê amaje kir ku ji wê hejmarê, milyarek û 262 milyon û 704 hezar dolar li parêzgeha Hewlêrê, 562 milyon û 981 hezar dolar li parêzgeha Silêmaniyê û 356 milyon û 83 hezar dolar li parêzgeha Duhokê hatiye xerckirin.
Li gorî amarê, piraniya wan pereyan di warê avakirina yekîneyên niştecîbûnê de hatiye xerckirin.
Her wiha di amarê de hatiye ku di heyama 5 salên borî de li parêzgeha Hewlêrê 9 milyar û 819 milyon û 464 hezar û 310 dolar, li Silêmaniyê 4 milyar û 784 milyon û 942 hezar û 208 dolar û li Duhokê jî milyarek û 503 milyon û 972 hezar û 597 dolar, veberhênan hatiye encamdan.
Di heman heyamê de, li her sê parêzgehên Herêma Kurdistanê 345 kompanî ku ji wan 302 navxwe, 20 hevpar û 23 biyanî ne, karên veberhênanê encamdane.
