• Thursday, 05 February 2026
logo

Bûyerên pir xirab li Sûriyeyê diqewimin

Gulan Media January 11, 2012 Nûçe
Bûyerên pir xirab li Sûriyeyê diqewimin
Endamê berê yê Şanda Çavdêrî ya Yekitiyan Ereban Enwer Malîk ku li Sûriyeyê bi armanca şopandina tund û tûjiya hêzên dewletê yên ser gel çûbû wî welatî û piştî demekê dest ji erkê xwe vekêşa. Malikî got: “Ew li Sûriyeyê bûye şahidê bûyerên pir xirab û ji ber vê jî xwe ji endamtiya şandê vekişandiye.”

Enwer Malikê Cezayîrî ji Sûriyeyê derket û derbarê bûyerên li Sûriyeyê diqewimin de agahî da Televîzyona El Cezîre. Malîk got: “Ji ber bûyerên ku şahidiya wan kiriye ji endamtiya şandê xwe kişandiye.”

Malîk wiha axivî: “Belê min xwe ji şandê vekişand. Ji ber ku karê me êdî ji rejîma Sûriyeyê re xizmet dikir. Me nedikarî em pêşiya kuştina mirovan bigrin.” Enwer Malîk bilêv kir ku êdî şanda çavdêriyê nema dikare rewşa Sûriyeyê çareser bike û destnîşan kir ku rejîma Beşar Esed tawanên şer dike. Li kolanan ji hêla nîşanbazan ve mirov tên kuştin, tên revandin û êşkence bi wan tê kirin.

Çavdêrê berê Malîk got, li bajarê Humisê heftiyekî zêdetir maye û li bajêr bûyerên pir tirsnak û saw diqewimin û rexne li Serokê Şanda Çavdêriyê Mehemed el-Debî jî kir.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), di pevçûna navxweyî ya Sûriyeyê de heta niha ji 5 hezar zêdetir mirov hatin kuştin.

Rudaw
Top