• Thursday, 05 February 2026
logo

Welatê Romanya lib ere nuneratî ya xwe li herêma kurdistanê vebike

Gulan Media January 11, 2012 Nûçe
Welatê Romanya lib ere nuneratî ya xwe li herêma kurdistanê vebike
Felah Mistefa berpirsê peywendî yên derve yên hikumeta herêma kurdistanê pêşwazî ya Cakub Birada balyozê Romanya li Îraqê kir.

Di hevdîtinekê de Felah Mistefa ronî xiste ser rewşa îroya herêma kurdistanê û qerana hevrişî pêvajoya sîyasî buye li Îraqê û peywendî yên navbera Hewlêr û Bexdayê û got: Îraq niha di qeyraneke sîyasî aloz derbaz dibe , dive îradeyek xûrt hebe jiboy çareserkirina wê qeranê bi awayek ku tev alî beşdarî desthelatê bibe.herweha got: Bexda ta niha pêgîr nebuye bi destura bingehîn jibuna misoger kirina peyrewa sîstema fedralîzma demokras li welat ku binemayeke hevbeş hebe jibo desthelat û dahatê nêştîmanî û çareserya arîşeyên nêvbera Bexda û Hewlêrê û nexasim madeya 140 û pirsa pêşmerge û yasaya Neft û Xazê û çendîn pirsên din.

Ji alî yê xwe ve balyozê Romanya li Îraqê ronî xiste ser rewşa vê dawî yê ya Îraqê û rola serokatî ya sîyasî li herêma kurdistanê di pirosêsa sîyasî de li Îraqê giring nirxand û qala pêşdestî ya serok Barzanî kir sebaret li hev nêzîk kirina alî yên sîyasî li Îraqê û civîyan li ser yek mêza danûstanê.

Metirsî yên serhelada şerekê Taîfî li Îraqê û buyerên sîyasî û bêtir xûrt kirina peywendî yên dinêvbera Herêma Kurdistanê û welatê Romanya de di tev waran de terwerek dina hevdîtinê bû, ji laî yê xwe ve balyozê Romanya li Îraqê ew yek xûyakir ku welatê wî lib ere nuneratî ya xwe li herêma kurdistanê ve bike.

berpirsê peywendî yên derve yên hikumeta herêma kurdistanê pêşwazîya wê gava welatê Romanya kir û hîvî xwestin mîna weltên din di demeke nêz de nunratî xwe li herêma kurdistanê vebike weke gaveke pêşîn jibo pêşdabirina peywendî yên sîyasî û aburî û kilturî dinêvbera her du alî ya de.
Top