Wezîrê Perwerde ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Beşdariya Konferansa Perwerdehiya Cîhanî Kir
Di destpêka vê konferansa han de çendîn peyv û gotarên curbicur di derbarê perwerdehiya Cîhanî de hatin pêşkêş kirin û Wezîrê Perwerde yê Hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî jî gotarek pêşkêş kir û guhertinên esasî yên di pergala perwerdehiya Kurdistanê de ji Beşdarwanên konferansê re rave kir.
Tê zanîn ku, her sal konferansa perwerdehiya Cîhanî bi beşdariya zêdetir ji 100 welatên Cîhanê tê lidarxistin û ev dûyemîn care ku, Wezîrê Perwerde yê Hikûmeta Kurdistanê beşdariya vê konferansa han dike.
