• Thursday, 05 February 2026
logo

Kişanak: Doza kurdan ji aliyê AKPê ve dîl hatiye girtin

Gulan Media January 9, 2012 Nûçe
Kişanak: Doza kurdan ji aliyê AKPê ve dîl hatiye girtin
Hevseroka partiya aştî û demokrasiyê (BDP), Gultan Kişanak, diyar kir, kuştina 35 kesên bêguneh li Qilabanê, ne ‘qeza” ye lê komkujî ye û wiha got, “Doza rewa ya kurdan ji aliyê hikûmeta AKPê ve dîl hatiye girtin.”

Li gorî nûçeya CNN Turkê, hevseroka BDPê Gultan Kişanak, duh êvarê li Rihayê beşdarî civîneke rêveberên BDPê yên bajêr bû.

Li gorî nûçeyê, Kişanak, di civînê de, behsa girtina fermandeyê berê yê artêşa Tirkiyê kir û got, şirîkê Başbûg di avakirina belge û malperên dijî hikûmetê de, serokwezîr Erdogan bixwe ye, ji ber ku îmzeya wî jî di bin wan belgeyan de heye, lewre divê niha Erdogan jî li zîndanê de ligel hevalê xwe, Başbûg be.

Kişanak, amaje bi komkujiya gundê Roboskî ya Qilabana Şirnexê jî kir û got, kuştina 35 mirovên bêguneh û ciwan, ne qezaya şer e, lê komkujî ye û wiha pêde çû:

“Yên ku vê yekê dibêjin, ji wîjdan, mirovahî û bawerî û îslamiyetê dûr in û hemû ev nirx binpê kirine.”

Hevseroka BDPê, ragihand, kurd dixwazin pirsa xwe li dadgeheke serbixwe û azad de çareser bikin, lê tiştekî wisa nîne û wiha pêde çû, “Doza rewa ya kurdan ji aliyê hikûmeta AKPê ve dîl hatiye giritn.”

AKnews
Top