• Thursday, 05 February 2026
logo

Baer: El-Esed ta adarê namîne

Gulan Media January 9, 2012 Nûçe
Baer: El-Esed ta adarê namîne
Berpirsê berê yê dezgeha zanyariyên Amerîka CIA Robert Baer diyar kir ku rejîma el-Esed ta dawiya meha adara dahatî berdewam nake û nêzîk NATO dê dest bixê.

Berpirsê îstixbarata Dewletên Yekgirtî yên Amerîka (DYA) Robert Baer di hevpeyvînekê bi kovara el-Şîraa re got ku Serokê Sûriyê Beşar el-Esed li ser desthilatê ta dawiya adara dahatî namîne û Sûriye dê rizgar bibe û el-Esed dê bo dadgeh tawanên navdewletî bihê pêşkêşkirin.

Robert Baer aşkere kir ku renge li Sûriyê komkujiyên mezintir rû bidin, lê çend hefte naçin û NATO dê destê xwe bixe Sûriyê û dê herêmên navbir (tampon) ava bike.

Herwiha Baer pêşbînî kir ku pêkan e, şerê navxweyî piştî laçûna el-Esed li Sûriyê rû bide û bibe sedema dabeşbûna Sûriyê.

Derbarê paşeroja Sûriyê de endamê berê CIA pêşbînî kir ku Îxwan el-Mislimîn desthilatê werbigirin û nimûneya desthilata Tirkiyê di paşerojê de dê li Rojhilat Navîn zal be.

Aknews
Top