• Thursday, 05 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsolê Giştî yê Desthilata Filistîn li Herêma Kurdistanê kir

Gulan Media January 9, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsolê Giştî yê Desthilata Filistîn li Herêma Kurdistanê kir
duh yekşem 08/01/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Nezmî Hezurî Konsolê Giştî yê Desthilata Filistîn li Herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtinekê de ku Felah Mistefa berpirsê peywendî yên derve yên Hikumeta Herêma Kurdistanê amadebu,Birêz Hezurî nameyekî Serokê Desthilata Filistînê Mehmud Ebas gihande Serok Barzanî ku têda ji bilî spas kirina cenabê wî ya beşdarîkirina li rêwresma vekirina Konsolgeriya Desthilata Filistîn li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û bilindkirina alaya Filistînê wekî berdewamiyek ji bo pêwendiya dîrokiya di navbera her du gelê Kurdistan û gelê Filistîn, behsa rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li beramber wan hevkarî û hemahengiyê kir ku pêşkêşî Konsolgeriya Filistînê hatiye kirin.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî balkişand li ser pêwendiya dîrokiya di navbera gelê Kurdistan û Filistînê û ragihand ku gelek tişt her du gelan komdike, berî hemûyan jî xebatkirina wan ya bi navê bidestanîna mafê rewayên wan û hêviya Herêma Kurdistanê jî ya zêdetir pêşxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan da dûpatkir.

Li dawiya hevdîtinê de birêz Nezmî Hezurî pêşketinên dawî ya li ser grupên siyasiya Filistînê xisterû, bi taybetî li her dû warên aştîvanî û bi endametiya li Neteweyên Yekgirtî û Serok Barzanî jî hêviya serkeftinê ji bo gelê Filistînê xwest.
Top