Li Meydana Azadî ya Kirmanşanê 3 kes hatin darvekirin
Di saetên sibehê yên roja 05.01.2012’an de, 3 girtiyên girtîgeha Navendî ya Kirmanşanê bi biryara berpirsên qezayê li Meydana Azadî ya Kirmanşanê li ber çavê xelkê hatin bidarvekirin.
Ajansa Nûçeyan a Mukiryan li gor çavkaniyek di nav girtîgehê de dibêje: “Navê kesên hatine bidarvekirin, Elîreza Ehmedî, Sadiq Eskenderî û Sasan Besamî bûn. Piştî cezayê bidarvekirinê li ser wan hate birîn, Dadgeha Bilind a Îranê bi amadebûna komek mirov li Meydana Azadî ya Kirmanşanê bidarvekirin.
Rudaw
