Xortekî kurd li Şamê hate kuştin
Li gorî rûpelên ciwanên kurdan ên li ser malpera Facebookê, roja pêncşema borî li taxê Zorava yê li nav Şamê, hêzên ewlekariya Sûriyê teqe li ciwanê kurd Fener Beşîr Omer kirin û ew bi giranî birîndar kirin.
Çavkaniyê aşkere kir ku Omer heyama 2 rojan li nexweşxaneyê ma û duhî, ji ber giraniya birînê jiyana xwe ji dest da.
Çavkaniyê amaje kir ku Omer (ji dayikbûna sala 1987an) bi xwe xelkê gundê Elwanka Ezêm a bi ser nahiyeya Dêrikê li parêzgeha Hesekê ve ye û li Şamê dijiya.
Li gorî heman çavkaniyê, Omer di dema ku ji Zorava ber bi karê xwe ve li navçeya Heresta diçû, di otomobîlê de teqe lê hate kirin.
Ji aliyekî din ve, Desteka Giştî ya Şoreşa Sûriyê ragihand ku di xwepêşandanên duhî yên li seranserê Sûriyê de, 29 kes hatine kuştin.
Destekê bal kişand ku piraniya kuştiyên duhî li parêzgeha Hims û navçeyên derdora Dîmeşqê bûn, di nav de 5 kes li parêzgeha Idlibê.
Çalakvanên Sûriyê aşkere kirin ku hêzên ewlekariyê teqe li mangirtina xelkê taxê Xaldiye li Himsê kirin û 6 kes kuştin.
Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka serhildana dijî rejîma Sûriyê di adara borî de, bêtirî 5000 kes hatine kuştin.
AKnews
