• Thursday, 05 February 2026
logo

“Malikî têkilî bi Mela Kirêkar nekiriye”

Gulan Media January 3, 2012 Nûçe
“Malikî têkilî bi Mela Kirêkar nekiriye”
Ofîsa ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ew nûçe derewand ku dibêje qaşo Malikî têkilî bi emîrê berê yê grûpa Ensar el-Îslam Mela Kirêkar kiriye daku vegere Herêma Kurdistanê.

Berî niha, rojnameya Rûdaw daxuyaniyeke Mela Kirêkar belav kiribû û tê de amaje kir ku Malikî telefona wî kiriye û daxwaze jê kiriye vegere Iraqê daku bi rêya wî re şerê Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bike.

Ofîsa Malikî di vê derbarê de wiha daxuyand, “Ew gote gotên ku dibêjin qaşo Malikî û Mela Kirêkar bi hev re axivî ne, ti rastiya wan tune ne.”

Rûdaw her wiha ji zarê Parêzgarê Nînowayê Esîl Nucêfî veguhastiye ku hin alî daxwaz ji hin endamên Civata Parêzgeha Nînowayê kirine ku navçeyê ber bi şerekî digel Herêma Kurdistanê ve bibin.

Ofîsa Malikî jî got, “Ew zanyariyên ku derbarê gotûbêjên Serokwezîr digel endamên Civata parêzgeha Nînowayê belav bûne, ne rastin.”

Daxuyaniyê wiha domand, “Belavkirina nûçeyên wiha di vê demê de, armancên siyasî li pey ne û Serokwezîr pêgirê yekîtiya gelê Iraqê û bi taybet biratiya erebî-kurdî ye.”

Her wiha amaje kir ku Malikî ewlekarî û aramiya herêmê û gelê kurd wek beşek ji ewlekariya Iraqê hemûyî dide zanîn.

AKnews
Top