• Thursday, 05 February 2026
logo

Hikûmeta Herêmê dema hilbijartinên Civatên parêzgehan diyar kir

Gulan Media December 28, 2011 Nûçe
Hikûmeta Herêmê dema hilbijartinên Civatên parêzgehan diyar kir
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand ku hilbijartina Civatên parêzgehên Herêmê di 27`ê Êlonê 2012`an de wê bê kirin.

Li gor beyannameyeke ragihandina serokatiya Civatên wezîran, ku wêneyek ji malpera Xendan`ê re şandiye, "Serokatiya Civatên wezîran ya Herêma Kurdistanê biryar da ku roja 27/9/2012 were diyarkirin ji bo encamdana hilbijartinên Civatên parêzgehan."

Li gor nivîsa serokatiya Civatên wezîran bi jimare 3231, ku îro derketiye, "piştî rawêjkirina digel komisyona bilind ya hilbijartinan, roja 27/9/2012`an wek dema encamdana hilbijartinên parêzgehan hatiye diyarîkirin."

Her li gor beyannamê tê de hatiye: "Wezaret û aliyên peywendîdar hatine spartin ku li gel komisyona serbixwe ya hilbijartinan amadekariyên pêwîst encam bidin."
Top