Parlamentoya Îsraîlê komkujiya Ermeniyan dinirxîne
Knesseta Parlamentoya Îsraîlê roja duşemiyê di rûniştineke dîrokî de derbarê komkujiyan Ermeniyan di salên dawiyê yên Împratoriya Osmaniyan de kete gotûbêjan ku hejmarek dîrokzan û malbatên qurbaniyên Ermeniyan têde beşdar bûn da ku wê bi fermî nas bike.
Ew helwesta Parlamentiya Îsraîlê di demekê de ye ku niha pêwendiyên wî welatî û Tirkiyeyê gelek aloz bûne û heftiya derbasbûyî jî hikûmeta Îsraîlê bazirganiya xwe ya di warê de leşkerî de di gel Tirkiyeyê qut kir.
Hêjayî gtinê ye ku çend rojan berî niha Parlamentoya Fransayê jî komkujiyan Ermeniyan bi destê Tirkan bi fermî nas ku hikûmeta Tirkiyeyê bi tundî li dijî wê derket.
Avestakurd
