Hikûmeta İraqê razî bû konsolxaneya Îmaratê li Hewlêr bê vekirin
Berdevkê Fermî yê Hikûmeta İraqê Elî Debax di daxuyaniyekê de got: “Civata Wezîran di rûniştina jimare 56 a li ser pêşniyara Wezareta Derve pejirand ku konsolxaneya Îmaratê li Hewlêr bê vekirin.”
Debax behsa mercê vekirina konsolxaneyê jî kir û wiha got: “Vekirina konsolxaneyê li ser wî merciye ku İraq jî li ser bingehê mameleya hevbeş di paşerojê de konsolxaneya xwe li wî welatî veke.”
