Mîranî: Em amadene li ser bûyerên Behdînan biçin pêşberî dadgehê
Sekreterê Polîtborûya PDK’ê Fazil Mîranî di hevpeyvînekê de ji kanala Peyam Tv re got: “Em amadene li ser dosyeya bûyerên Behdînan biçin pêşberî dadgehê, bi şertê ku aliyê beramber (Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê) jî ligel me bê. Ji ber ew jî di bûyeran de palder bûn û xelkê jî ji ber wê sedemê êş kişandine.”
Mîranî derbarê peywendiyên opozisyonê de got: “Ger armanca opozisyonê reform be, bila rêya reforman bigre ber çavan. Ji ber tişta ku ew îdîa jêre dikin, di cewherê xwe de ne reform e. Ew guhertina sîstema deshilatdariyê ye. Werin em li parlamentoyê rûnin û berî hilbijartina pêşwext hikûmetek nû çêkin.”
Sekreterê Polîtborûya PDK’ê Fazil Mîranî di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Pêwîstiya vî welatî bi hevpejirandinê heye. Opozisyon nikare me derxe û em jî nikarin opozisyonê ji Herêma Kurdistanê derxin.”
Rudaw
