Talebanî û Nucêfî li ser civîneke awarte bo rewşa niha ya Iraqê rê ketin
Parlamentera Iraqê ya ser bi hevpeymaniya Kurdistanî, Lane Mihemed, ji AKnewsê re got, îro serokê parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî serdana Silêmaniyê kir û digel serokomar Talebanî, li bara rewşa niha ya Iraqê civiya.
Ofîsa serokomarê Iraqê, ragihand, Talebanî û Nucêfî, di civîna îro ya Silêmaniyê de, li ser rewşa siyasî û aloziyên niha yên Iraqê gotûbêj kirine û li bara pirsa cîgirê serokomar Tariq Haşimî de, rê ketine ku divê ev arîşe ji aliyê dadwerî û yasayên zaminker ve bê çareserkirin.
Li gorî daxuyaniyê, her wiha, Talebanî û Nucêfî, li ser lidarxistina civîneke giştî û awarte bo çareseriya pirsên siyasî yên Iraqê jî gihîştine rêkeftinê.
Serokê parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî, îro ji Bexdayê çûbû Silêmaniyê.
AKnews
