Barzanî: Heger Destûr Pirsa deverên Dabirrandî Çareser Neke dê Xelkê Kurdistanî bi Rapirsîyê evê Pirsê Yekalî Bikin
Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê di dîdarekê de ya bi pişka Farsî ya radyoya dengê Amerîka (VOA Persian) re ragihand:Pirsa deverên dabirrandî di destûrê de hatiye û em jî hewl didin da ku li gor destûrê û heta dema dawîyê çareser bikin, belê em sazişê li ser nakin û dema ku destûrê nekarî (evê mijarê) yekalî bike, hingê em dê mijarê bişînin parlemana Kurdistanê da ku rapirsî (referandom) li ser bihê kirin û bi rêya rapirsîyê ve gel her biryarek ku da, em dê girêdayî wê bin.
Serokê herêma Kurdistanê bi aşkirayî basa gelek kêmasîyên Bexdadê bo çareserkirina arîşeyan û giriftan kir û ragihand, ku dem derbaskirin û dem kujtin arîşeyan çareser nake û weha baştire ku hemû gelê Iraqê arîşeyê bi zûtirîn dem çareser bikin.
Serokê herêma Kurdistanê tekezî li ser ewê çendê jî kir, ku Kurd nerîn û raya xwe di evê mijarê de nasepîne. Mesûd Barzanî herwiha ragihand, ku kes mafê ewê yekê nîne ku nerîneka dîyarkirî bi ser Kurd û xelkê Kerkûkê de bisepîne û ewe kerkûkî bi xwe ne ku gerek biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û dema ku biryar dan ku vegerin bo ser herêma Kurdistsanê hingê ewe karekî başe, heger jî biryar dan ku venegerin bo ser herêma Kurdistanê, hingê dîsan ew biryar jî biraya wan bi xwe ye.
