Şebbîheyên Esed êrîşî çalakvanê Kurd Ferhad Ehmê kirin
Çalakvanê kurd û endamê Encûmena Niştîmanî ya Sûrî Ferhad Ehmê ji malpera Sûriya Nû re ragihand, ku dora katjimêr 02:00-yê sibeha roja Duşemê 26.12.2011-ê zengilê mala wî li bajarê Berlînê li Elmanyayê lê da. Dema wî pirsiye, ku kî ne, wan gotiye em polîsên elman in û divê em xaniyê te kontrol bikin.
Di dema ku Ferhad deriyê malê vedike, du xortên bi darên Şebbîha (Çeteyên Rêjîma Sûriyê) bi tundî û awayekî hovane êrîşî wî kirin, lê Ferhad dikarî bû heya radeyekê xwe biparêze, tevî hin birînên sivik, ku di encama êrîşê de derketin. Herdu heya ku polîsên elman hatin, herdu kesan baz da bû. Polîsan li Ferhad guhdarî kir û îro dê dest bi vepirsînê bê kirin.
Ferhad Ehmê ji malpera Sûriya Nû re got: Rûyên herdu xortan ne veşartî bûn û rûyê yekî ji wan baş tê bîra min, temenên wan di gumana min de dora 30 salan e û bawer im, ku ji Sûriyê ne.
Herwiha derbarê vê êrîşa hovane çalakvanê kurd Ferhad Ehmedê ji malpera Sûriya Nû re got: Ev êrîşa ku ez îro li ser destên Şebbîheyên Rêjîma Esed pêrgî wê hatime, teqez dike, ku rojên vê rêjîma dektator hindik mane. Ev rêjîm êdî rêzê ji yasayên welatên cîhanê re jî nagire. Hewriha ez dixwazim dilê we hemuyan bixim cih, ku rewşa min aniha gelekî baş e û birînên min sivik û piçûk in û ezê dîsa kar û çalakiyên xwe wek berê û bêtir jî bikim.
Tê zanîn, ku çalakvanê kurd Ferhad Ehmê di sala 1974-ê de li bajarê Qamişlo hatiye dinyê û ji beriya 15 salan ve li Elmanyayê dijî. Aniha jî endamê rêvebiriya Kombûna Ciwanê Kurd li Derve ye û herwiha endamê Encûmena Niştîmanî ya Sûrî ya rikber e. Ferhad Ehmê karê ragihandin û wergerê dike û xwendina xwe jî di warê Zanistiyên Siyasî de li Elmanyayê dike.
Avestakurd
