• Thursday, 05 February 2026
logo

Barzanî: Esed jî opozisyon jî hebûna Kurdan înkar dikin

Gulan Media December 25, 2011 Nûçe
Barzanî: Esed jî opozisyon jî hebûna Kurdan înkar dikin
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragehand ku helwesta Herêma Kurdistanê ji Sûriyeyê, bi wê yekê ve girêdayî ye ku aliyên Sûriyê ta çi astê mafê Kurdan li wir nas dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê di bersiva xwe ya pirseke beşa Farsî ya VOA`yê li barê rewşa Sûriyê weha bersiv da: "Nêrîneke min ya taybet heye, helwesta me jî heye, yê min ne Beşar Esed û ne opozisyona Sûriyê ji min re girîng e. Eger Beşar Esed gav avêt û mafê Kurdan da, helwesteke me dê hebe, eger opozisyonê jî ew gav avêt, dîsan hewlwesteke wê hebe."

Di dirêjahiya bersiva xwe de, Barzanî weha got: "Helwesta me ji Beşar Esed yan opozisyona Sûriyê bi helwesta wan ji mafên Kurdên yên li Sûriyê ve girêdayî ye, lê mixabin her du alî jî ta niha hebûn û mafên Kurdan înkar dikin."

Xendan
Top