Nûnerê BDP’ê yê Ewrupayê jî hat girtin
Li gorî agahiyên ku ANF`ê ji Nûnertiya BDP’ê ya Ewrupayê wergirtiye, Eyyup Dorû roja 15’ê Berfanbarê/Kanûnê li bajarê Munîxê yê Almanyayê piştî binçavkirinê, hatiye girtin.
Nûnertiya BDP’ê ya Ewrupayê li barê girtina Dorû de ev agahiyane dane: “Parlamentera me ya Amedê Leyla Zana ya ku ji bo hin hevdîtinan hatibû bajarê Municha Almanyayê, nûnerê me Eyyup Dorû yê ji bo birêz Leyla Zanayê re tevlî delegasyona BDP’ê bibe li wir bû, wesayîta Dorû tê de piştî şev di derdora demjimêr 23:00’yan de ji aliyê polêsan ve hat rawestandin, hat girtin.”
ANF
