Serok Barzanî Bi Mamosteyên Devera Dihukê Re Civiya
Di destpêka vê civîna han de Serok Barzanî guhdariya daxwaz û nêrînên Mamosteyên Deverê kir û piştî bi dawî hatina axaftinên Mamosteyan Serok Barzanî jî gotarek pêşkêş kir û çend babetên girîng rave kir.
Serok Barzanî di destpêka gotara xwe de behsa çenda bihevre jiyanê li Kurdistanê de kir û ragihand ku, çanda bihevre jiyanê xaleke bihêz ya piştgîrî kirina civaka navnetewî ji Gelê Kurde û şewtandina dikanên birayên Mesîhî bi her awayî dibe bila bibe zerbeyeke mezine ku, li vê çanda han tê dayîn.
Serok Barzanî di derbarê xwepîşandanan de got; xwepîşandan tiştek xwezayiye lê şewtandina dikanan bûyereke gelek nexweş û nexwestiye û bûye sedema dilgiraniya min û hevdem şewtandina Baregehên Yekgirtûya îslamî jî min gelek aciz kir.
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de tekez li ser vê yekê kir ku, pêwîste tevahiya warên jiyanê li gorî qanûn û zagonên pêwîst were organîzekirin.
Serok Barzanî diyar kir ku, em di nava dewleteke têjî ji kêşe û alozî de xwedan ezmûneke fedarlîne û hîn jî kêşeyên me yên Sînur heye.
Serok Barzanî daxwaz ji Mamosteyan kir daku, girîngî bi çanda bihevre jiyanê bikin û bi vê awayî zarokên Gelê Kurd li ser exlaq û hêzira bihêz ya neteweyî perwerde bikin.
Di derbarê bûyerên Rojhilata Navîn de jî Serok Barzanî diyar kir ku, pergala me gelek ji pergala wan welatan cudaye, di welatê me de hilbijartinên azad hene û her çar sal carek hilbijartênên azad tên kirin.
Serok Barzanî eşkere kir ku, em weke Gelê Kurd li Kurdistanê de xwedan kêşeyek netewîne ne kêşeyek olî û her kes azade ku, olek bo xwe destnîşan bike ku, baweriya vî bi vê ola han heye, lewre nabe ti Mamosteyek fitwaya şewtandina Deverekî bide.
Serok Barzanî diyar kir ku, raste ezmûna me hîn jî xwedan kemasî û kemûkurtiye lê dibe ev kemasî û kemûkurtiyên han bi awayekî zanistî werin çareserkirin.
Serokê Kurdistanê anî ziman ku, nabe bi ti awayî ev tiştên ku, li Zaxoyê qewmîn dûbare bibin û dibe ev xalên ku, bûne sedema wan bûyeran werin destnîşankirin daku, çareseriyek baş ji wan re were dîtin.
Serok Barzanî di derbarê guhertinên çend kesan li Deverê de jî diyar kir ku, ev guhertinên han ti peyvendiyeke xwe bi wan bûyeran ve tuneye û di derbarê bûyeran de qanûn û dadgeh biryar didin û ev guhertinên ku, tên kirin tenê bi mebesta baştir cîhbicîh kirina kar û xizmet kirina baştir ya welatiyeye.
Serok Barzanî di dirêjahiya axaftinên xwe de ev yek bi eşkereyî dûbare kir ku, gava min postê Serokatiya Kurdistanê wer girt armanca min ji vê yekê organîze kirina nav mala Kurd û nehêştina bandora şerê birakojî û rêxistîtir kirina Kurdistan û dezgehên Kurdistanê bû.
Di derbarê meseleyên netewî û hebûna partiyên siyasî de jî Serok Barzanî diyar kir ku, hebûna partiyên curibicur yên siyasî tiştek asayiye lê dibe çetrek anjî sêwanek netewî hebe ku, me di bin xwe de kom bike û di dema bûyer û meseleyên netewî de bibin xwedan yek helwest û bibin xwedan nêrînek netewî.
Tiştek asayiye ku, partiyek anjî çend partiyên siyasî bibin armanca rexneyan lê dibe gawa ku, welatê me dibe armanc em bi hevre helwestek yekgirtî nîşan bidin.
