Serokê Herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî Mesîhiyên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir
Ji bo hatina cejna ji dayikbûna Hezretî Mesih (Silavên xwedê li ser bê), xweştirîn pîrozbahiyê pêşkêşî hemû xuşk û birayên delalên Mesîhiyên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim, hêviya cejnekî pir bi xweşî ji bo wan dixwazim.
Bi vê helkefta pîroz ve tekez li ser pêkve jiyana birayaneya di navbera hemû pêkhatên Kurdistanê dikim û herdem jî bergirîkarekî bi hêz dibim li mafê wan xuşk û birayan ku beşekî girîngin ji gelê Kurdistanê ku îro li sayeya azadî û hukimraniya xwe da wekî bira beşdarî li pêvajoya avadankirina Kurdistanê da dikin.
Li gel rêz û xweşdiviyên min ji bo hemû aliyek.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
24/12/2011
